Mesrûr Barzanî hikûmeta nû ya Lubnanê pîroz kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi sedema pêkanîna hikûmeta nû ya Lubnanê ya bi serokatiya Newaf Selam, pîrozbahî li gel û rêveberiya Lubnanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got, “Ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya bi serokatiya Serokwezîr Newaf Selam pîrozbahiyê li Lubnanê dikim.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, “Ez ji Serokwezîr Selam û kabîneya wî re serkeftinê dixwazim, ji bo peydakirina ewlehî, aramî û bextewariyê ji bo gelê Libnanê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê amade ye.”
Hêjayî gotinê ye, Serokatiya Lubnanê doh 8ê Sibatê hikûmeta nû bi serokatiya Newaf Selam ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin