Mesrûr Barzanî: "Hilbijartin, ne tenê ji bo avakirina hukumetê, wê ji bo parastina Kurdistanê be jî"

26 September 2024 22:46 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: "Hilbijartin, ne tenê ji bo avakirina hukumetê, wê ji bo parastina Kurdistanê be jî"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hem cîgirê serokê PDKê Mesrûr Barzanî ragihand ku hilbijartina Parlemento ya Kurdistanê ne tenê ji bo  hukumetê ava bike her weha ji bo avahiya Herêma Kurdistanê biparêze, dê bêkirin. Barzanî di civîna li Hewlêrê de got:

“Hilbijartin ne tenê rêvebiriya 4 salên pêşiya me destnîşan dike, di heman wextê de biryarekî diyarker e. Di hilbijartinê de her biryara bê dayîn dê bandorê li hemwelatiyan bike lewra divê em her tiştî aşkera û bi zelalî bêjin.”

Serokwezîr Barzanî got ku hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê ne tenê wê rêvebiriya 4 salên pêşiya me destnîşan bike lê di heman wextê de biryarekî diyarkere û eger kesekî neçe ser sindoqê û dengê xwe nede, wê di şûna wî de hinekên din biryarê bidin. Barzanî weha dewam kir:

“Em dixwazin bibin welatê herî bextiyar û herî pêşkeftî lê di nav me de hene ku astengiyê diafirînin.”

Hilbijartina Parlementoya Kurdistanê dê di 20 Cotmehê de bibe ku roja têkbirina dijminên Kurdistanê ya şerê Pirde ye.

Kampanya hilbijartinê di 25e Êlûnê de destpêkir û heya 15ê Cotmeha 2024an dê dewam bike. Li gor qeydiyên biyometrîk yên hilbijêran, jimara temamê kesên dê deng bidin 2 milyon 899 hezar û 878e. Ji van hilbijêran 2 milyon 683 hezar û 618ê wan yên giştîne û 215 hezar û 960 hilbijêrên taybetin ji ber sindoqên Turkmen, Asûrî, Keldanî û Ermenan cuda tên danîn.