Mesrûr Barzanî: Iraq dikare di berhemanîna elektrîkê de pista xwe bi xwe girê bide
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 18ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê Adil Kerîm kir.
Di hevdîtinê de li ser girîngiya pêşvebirina hemahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hat gotûbêjkirin ji bo baştirkirina rewşa elektrîkê bi rêya sûdwergirtina ji şiyanên li ber dest ên herdu aliyan.
Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê pesnê pêşketinên li Herêma Kurdistanê da di warê berhemanîn û dabeşkirina elektrîkê û rêgirtina li zêdebikaranîna ser tora elektrîka niştimanî û bikaranîna wan gazên li kêlgehên petrolê têne şewitandin ji bo berhemanîna elektrîkê, ku dibe li deverên din ên Iraqê jî jê sûdê werbigrin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya xebata li ser bihêzkirina jêrxana aboriyê bi taybetî di warê enerjiyê de kir, bi awayekî ku sûdê ji çavkaniyên cûr bi cûr ên berhemanîna enerjiyê werbigrin.
Herwiha Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, li Iraqê şiyan û şarezayî û çavkaniyên baş hene ku eger bi başî jê sûd were wergirtin, Iraq dikare di berhemanîna elektrîkê de pişta xwe bi xwe ve girê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin