Mesrûr Barzanî îro bi serokwezîrê Îtalyayê re bicive
Peyamakurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê dê bi Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte re civînekê pêk bîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ku ji bo Konferansa Ewlekariya Cîhanî çûbû bajarê Munchenê yê Almanyayê û piştî bidawîhatina konferansê serdana Îtaliyayê kiribû.
Li gorî zanyariyên berdest, Serokwezîr Barzanî dê îro li Romayê bi Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte re bicive û ligel wî behsa şerê li dijî terorê bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê sibê jî bi papayê Vatîkan, Serokê Hikûmeta Vatîkan û wezîrê berevaniya Îtalyayê re bicive û behsa pêbendbûna Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyana olî û diyaloga navbera olan de bike.
Mesrûr Barzanî li ser hevdîtina xwe bi papayê Vatîkan re gotibû: Emê bi qedaseta Papa re behsa girîngiya pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û şerê nehîştina terorê bikin. Em bi wê yekê serfiraz in ku Herêma Kurdistanê gelek hewil daye diyaloga navbera olan pêşde bibe û atmosfereka aram jî bo şûnketiyên hemû olan li Herêma Kurdistanê biafirîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin