Mesrûr Barzanî îro dest bi danûstandinên kabîneya hikûmetê dike
PeyamaKurd - Mesrûr Barzanî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê hatiye erkdarkirin îro dest bi danîstandinên siyasî yên bo pêkanîna kabîneya hikûmetê dike.
Nivîsgeha Mesrûr Barzanî ji medya Kurdistanê re ragihand, Mesrûr Barzanî bi armanca danîna plana danûstandinan bi aliyên dixwazin beşdariyê di kabîneya nehem de bikin, ligel şanda danûstandkar a berê ya PDKê civiyabû û îro jî bi Polîtburoya PDKê re dicive.
Nivîsgeha Taybet a Mesrûr Barzan ragihand, îro berî nîvro Mesrûr Barzanî ligel şandekê serdana aliyên siyasî yên dixwazin beşdariya di kabîneya nehem de bikin dike û destpêkê jî serdana Polîtburoya PDKê dike wekî partiya yekem a hilbijartinên 30î Îlona 2018an.
Mesrûr Barzanî roja 11ê Hezîrana 2019an ji aliyê Fraksoyona PDKê bo pêkanîna kabîneya nehem hatibû kandîdkirin û piştre jî Parlemantoya Kurdistanê namzediya wî pesend kir û roja 12ê Hezîranê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna kabîneyê hat raspardin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin