Mesrûr Barzanî îro kevirê bingeha projeya sayloya Duhokê datîne
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro kevirê bingeha projeya sayloya Duhokê datîne.
Bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî û Parêzgarê Duhokê Elî Teter, îro bi merasîmekê kevirê bingeha sayloya Duhokê tê danîn.
Çêkirina sayloya Duhokê, bi hevbeşiya ji aliyê sektora taybet ve tê cîbicîkirin û armanc jê wergirtina genimê cotkaran e.
Ev di demekê de ye ku li gor datayên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Duhokê di rûberê 833 hezar û 142 donim zevî de genim tê çandin û berhema wê 444 hezar û 486 ton e.
Beriya niha jî di çarçoveya bazarkirina genimê cotkaran de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê saylo vekirin û îsal jî genimê cotkaran li her du sayloyan hatin wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin