Mesrûr Barzanî: Ji ber kesên xwefiros, Iraqê êrîsî Kurdistanê kir!

26 April 2018 14:13 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Ji ber kesên xwefiros, Iraqê êrîsî Kurdistanê kir!

PeyamaKurd- Endamê Pîloburoya PDKê Mesrûr Barzanî di mitînga hilbijartinê de axivî û got ku me referandûmek çêkir lê mixabin me encamên baş nestandin. Ji ber hinek kesên xwefiroş, Iraqê êrîşî Kurdistanê kir. Heke encamên referandûmê erênî çêbûbana, ew çeqel wê îro li referandûmê xwedî derketibana. Lê referandûm kengî be, wê pêşeroja Kurdistanê baştir bike.

Barzanî wiha berdewam kir: Ji bo pêşeroja Kurdistanê em ti caran ji rêya xwe venagerin. Hilbijartinên Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng in. Li gorî vê yekê rayên xwe bidin. Heta niha di hemî gavên şoreşa Kurdistanê de PDKê barê giran hilgirtine ser milê xwe. Wezîfeyên girîng anîne cih. Di pêşerojê de jî wê wisa be.