Mesrûr Barzanî ji bo Ala Kurdistanê daxwazek li xwendekarên zanîngehan kir

28 November 2021 20:44 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo Ala Kurdistanê daxwazek li xwendekarên zanîngehan kir

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di dema hevdîtina ligel nûnerên hemû xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê de, behsa babeta bêrêzîya ku li Ala Kurdistanê hatiye kirin kir û daxwazek birayane ji xwendekaran kir. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di dema pirsên nûnerên xwendekaran de got: “Daxwaziyeke min a birayetiyê li we heye ku hûn bibin Pêşmergeyên xwendekar  û beriya hemû kesî parêzvaniyê li keramet û maf û sembolên welatên xwe bikin. Bawer bikin çend cihê daxê bû ku me dît çend kesan bi pêya çûne ser Ala Kurdistanê û bêrêzî beramber bi wê Ala me kirine ku ji bo bergiriya wê çendîn şehîd û hezarên şehîd li jêr wê de çêbûne.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Bêrêziya li hember Ala Kurdistanê çawa daxwaza xwendekaran e? Ev yek çawa pirsgirêkan çareser dike? Ev yek aşkere ye destek li li pişt heye û xwestine sûdê û hêz û şiyan û xwîngermiya xwendekaran werbigirin û ji bo ti xoşewîstîyekê ji bo wî welatî nehêlin, divê hûn beriya hêzên fermî rêgiriyê bikin li wê ku siviktiyê bi sembol û kerameta welatê me were kirin.” 

Mesrûr Barzanî herwiha ragihandiye: “Ez bawer im ew kesên bêrêzî kirine dê rûbirûyî yasayan bibin. Di heman demê de ez spasî û destxweşî li asta bilind a xwendekarên xoşewîst dikim ku bi awayekî gelek zanistî daxwazên xwe pêşkêş kirin, em jî tiştê di şiyana me de be texsîr nakin û di xizmeta wan de ne, em hêvî dikin ku di hemû qonaxên xwendinê de serkeftî bin û piştî xwendinê jî.”