Mesrûr Barzanî li Davosê bi hejmarek wezîrên Îmaratê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Davosê bi hejmarek wezîrên Îmaratê re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî do Sêşemê 24ê Gulana 2022yan li Davosê, bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran ê Îmaratê Mihemed Ebdullah Qirqawî, Wezîrê Aboriyê yê Îmaratê Ebdullah Bin Toq û Wezîrê Bazirganiya Derve yê Îmaratê Sanî El Ziyûdî re civiya.
Hat zanîn ku di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê gotûbêj hat kirin, bi taybetî di warên aborî, bazirganî, veberhênan, pêşvebirina şiyanên mirovî û hikûmeta elektronîk de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin