Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê civiya

12 February 2025 13:39 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê civiya

PeyamaKurd – Serokkwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li bajarê Dûbaiyê yê Îmaratê, li gel Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê civiya.

Îro (12.02.2025) Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di beşdariya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ya li bajarê Dûbaiyê, li gel Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek civiya û di hevdîtinê de behsa bipêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hate kirin û gotûbêj li ser bipêşxistina danûstanên bazirganî, aborî û veberhênanê hatin kirin.

Di beşeke din a gotûbêjan de behsa hewldanên çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê û tevdîrên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya di demeke kurt de hat kirin.

Di heman civînê de behsa giringiya projeya rêya geşepêdan û bi hev girêdana welatên Kendav û Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê û bo welatên Ewrupa bi rêya xeta hesinî hat kirin. Her du alî wek hev difikirîn li ser pêwîstiya beşdariya çalak a Herêma Kurdistanê ya di vê projeya giring de.