Mesrûr Barzanî li Keleha Hewlêrê besdarî merasima bi Roja Alaya Kurdistanê bû

17 December 2024 14:06 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li Keleha Hewlêrê besdarî merasima bi Roja Alaya Kurdistanê bû

PeyamaKurd – Îro bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê çend çalakî hatin organîzekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (17.12.2024)an, li Keleha Hewlêrê beşdarî merasima rêzgirtina li Alaya Kurdistanê bû.

Di merasimê de ku hejmareke nûnerên pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê li gelê Kurdistanê, hêzên Pêşmerge û malbatên şehîdan pîroz kir.

Her weha anî zimên, “Alaya Kurdistanê sembola têkoşîna gelê Kurdistanê û sembola yekitiya me ye, ji lewma divê hemî Kurdistanî vê alayê bilind bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Herêma me ber bi guherînên bilez ve diçe û bûyerên hestiyar diqewimin, ji lew re divê hemû hêzên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo parastina welat yekhelwest bin, ji bo rûbirûbûna astengî û guhertinên li herêmê. Herweha divê hikûmeteke bihêz a berfireh bê avakirin, da ku em amade bin ji bo rûbirûbûna guherînan û berdewam bin di xizmetkirina berjewendiyên gelê Kurdistanê de.”

Di dawiyê de, Serokwezîr spasiya berxwedana xelkê Kurdistanê kir ku tevî hemû zext û zor û zehmetiyan di dema derbasbûyî de bi ser de hatine, lê bi berxwedêrî rawestiyan, bi taybet ku zexta neşandina mûçe û mafên darayî yên gelê Kurdistanê, ew xiste nava rewşeke nehevseng de, lê belê her li ber xwe da. 

Li ser vê berxwedêriya xelkê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got: “Ji ber vê yekê ez spasiya gelê Kurdistanê dikim û destxweşiyê jî li wan Pêşmergeyên qehreman dikim ku her tim ji bo parastina ax û welatê me amade ne ku xwe feda bikin û li eniyên pêş ên berevaniyê ne.”