Mesrûr Barzanî li ser koçberên Kurd daxuyaniyên girîng dan: Kurdistan cihekî aram e û ti kes bi zextê neçûye...

16 November 2021 18:09 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li ser koçberên Kurd daxuyaniyên girîng dan: Kurdistan cihekî aram e û ti kes bi zextê neçûye...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê, beşdarî panelekê bû û got: “Pirsa koçberan ji bo me cihê nîgeraniya kûr e, selametiya koçberên Kurd li sînorên Ewropayê ji bo me girîng e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Axaftina li ser mijara koçberên li Belarusê ji bo me cihê nîgeraniya kûr e, selametiya wan koçberên li ser sînor û li wan daristanan ji bo me xala pêşîne ye, gelek kes in, ji welatên cuda cuda hatine, li wir asê mane, lê belê xelkê Kurdistanê jî tê de heye.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Mixabin ew kes hatine xapandin ji aliyê çend grûpan ve, ku bazirganiyê bi mirovan dikin, hejmarek grûpên taybet in, hinek kesên din jî ji derve û Belarusê destê wan di vê qeyranê de heye. Ew kes ji vir ji ber ti zextekê neçûne, wan bi awayekî gelek yasayî serdana wan deveran kirine, ti hêleke esmanî geşta wan qedexe nekiriye, kes rê li ber wan nagire kî geşt dike, bi awayekî azad geşta xwe kirine.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Bi mixabinî ve rewş li wir gelek sar e, me hinek wêne li ser ekranan dîtin, ji bo min cihê nîgeriyaniyê ye, bi taybetî zarokên li wir, ew zarok bêtawan in, mixabin ew zarok baca milmilaniya siyasî didin. Me pêwendî pêk aniye, em bi aliyên pêwendîdar re ketine têkiliyê û ji Bexdayê heta welatên din, da ku em rêyek bibînin, ewên dixwazin bi selametî vegerin, me ji hevkar û hevbeşên xwe daxwaz kiriye ku bilez alîkarî bigihînin wan kesên li wir asê mane.”

Mesrûr Barzanî got, “Gelo ew vedigerin an diçin cihekî din, pirsa girîng ev nîne, em çaverêya vegera wan dikin, tiştê girîng ku ez li vir bibêjim, mixabin hinek zanyariyên nerast hatine belavkirin, çima ew çûne û çima li wir in, piraniya wan bi awayekî azad geşt kirine, ji Kurdistanê çûn û ti qedexekirinek li Kurdistanê tune ye, Kurdistan cihekî aram e, ji bo jiyanê asayîş tê de ye.”