Mesrûr Barzanî li ser kustina Sînzo Abe peyameke hevxemiyê belav kir

08 July 2022 14:35 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li ser kustina Sînzo Abe peyameke hevxemiyê belav kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser kuştina bi sûîqestekê ya Serokwezîrê berê yê Japonyayê Şînzo Abe peyameke hevxemiyê belav kir.

Serokwezîrê berê yê Japonyayê Şînzo Abe îro 8ê Tîrmehê dema axaftineke kampanyaya hilbijartinan de rastî êrîşeke çekdarî hatibû û bi giranî hatibû birîndarkirin. Abe piştre jî li nexweşxaneyê can dabî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke hevxemiyê belav kir û got: “Nûçeya candana Şînzo Abe, ez gelekî xemgîn kirim.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir, “Ez hevbeşê xemgîniya malbat û kesûkarên wî û gelê Japonyayê me.”