Mesrûr Barzanî pêswaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Gistî yê NYyê yê li Iraqê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (19.12.2024)ê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê li Iraqê û Serokê Şandeyê (UNAMI) Mihemed El-Hessen kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraq û herêmê û pêşhatên Sûriyeyê hatine gotûbêjkirin.
Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û nehiştina encamên nerênî yên nakokî û aloziyên li navçeyê hevnêrîn bûn.
Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî, tekezî li ser giringî û pêwîstiya rêzgirtin û parastina mafên pêkhateyên cuda û di nav wan de jî gelê kurd hate kirin.
Di mijareke din a guftûgoyan de, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û peydakirina mafên destûrî û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin