Mesrûr Barzanî: PDK dibistana Kurdînî û nistîmanperweriyê ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 20ê Sibatê roja Pêncşemê, bi hejmarek kadirên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.
Mesrûr Barzanî di civînê de got, “Divê xwendekar û ciwanên Kurdistanê bawerîyan wan bi xwe hebe û şiyanên xwe zêdetir pêş bixin û li astê guhertin û pêşketinên bilez ên vê serdemê bin.”
Mesrûr Barzanî Bi helkeftina 72 saliya damezrandina rêkxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahî li wan her du rêxistinan kir û hêviya zêdetir serkeftin û pêşketinê ji wan re xwest.
Herwiha Barzanî, rênimayî û rasparde û rênîşandanên pêdivî bi wan dan, ji bo kongreya bê ku kongreya hevgirtina her du rêxistinan e û biryar e îsal bê kirin.
Cîgirê Serokê PDKê bal kişand ser dîroka geş û pirî serwerî ya van her du rêxistinan di qonaxên cuda cuda de û got, “Ez şanaziyê dikim ku ez bi xwe endamekî van her du rêxistinan bûm û ez ji nêz ve haydarî xebat û têkoşîn û qurbanîdana wan her du rêxistinan im ku cihê şanaziya me ne.”
Mesrûr Barzanî pabendbûna PDKê bi rêberiya Serok Barzanî bi parastin û berevanîkirina ji qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên neteweyî û niştîmanî yên xelkê Herêma Kurdistanê tekez kir û da zanîn, “PDK dibistana kurdînî û niştîmanperweriyê ye û partiya ciwanan û tevaya pêkhateyên Kurdistanê ye û bi piştevaniya ciwanên Kurdistanê, paşerojeke geş di rêya Herêma Kurdistanê de ye û ber bi qonaxeke pêşketîtir ve pêngavan diavêje.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin