Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê kir

08 September 2022 19:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 8ê Îlonê, pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraq û Sûriyê Ville Varjola û şanda pê re kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civîna ku Berpirsê Şanda Yekîtiya Ewropa yê li Sûriyê û Serokê nû yê Şanderê Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê ya li Iraqê amadehî kirin de, pêşhat û guherînên herî dawî yên li Iraq û Sûriyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêj kirin.

Balyozê YE Ville Varjola pesnê proseya çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û helmeta avakirinê da ku niha li Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Herwiha amadebûna Yekîtiya Ewropayê ji bo her hevkarî û hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêmê nîşan da.

Varjola, spasiya alîkariya mirovî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo penaberên Sûriyê yên li Herêmê û hêsankariya çûnûhatina navbera Herêma Kurdistanê û herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de, bal kişand ser pêwendiya bihêz û dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê û daxwaza pêşveçûna zêdetir a pêwendiyên li ser hemû astan anî ziman.

Serokwezîr Barzanî herwiha piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke herî nêz de anî ziman û amadebûna hikûmetê ji bo her alîkarî û hêsankariyê eşkere kir.