Mesrûr Barzanî pêswazî li Luis Sako kir: Hikûmeta Kurdistanê mafên xiristiyanan û hemû pêkhateyan diparêze
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Mijdarê pêşwaziya Patrîk û Serokê kilîseya Keldanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako kir.
Mesrûr Barzanî di civînê de, pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser parastina mafên xiristiyanan û tevaya pêkhatan li Herêma Kurdistanê anî ziman.
Patrîk Sako jî kurtiyek li ser serdana xwe ji bo Vatîkanê û civîna xwe ya bi cenabê Papayê Vatîkanê re û Kardînalên Kasolîk li cîhanê pêşkêş kir û spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji ber piştevaniya wî ya berdewam ji bo kiristiyanan û berdewamiya pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê rola girîng a Patrîk Kardînal Luîs Sako wekî Rêberê Bilind ê Kilîseya Keldanî kir û pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser parastina mafên xiristiyanan û tevaya pêkhatan li Herêma Kurdistanê tekez kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin