Mesrûr Barzanî pêswazî li Nûnera NY ya Karûbarên Zarokan û Hevrikiyên Çekdarî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Çileyê, li paytext Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Zarokan û Hevrikiyên Çekdarî Virginia Gamba kir.
Nûnera Taybet a NY di civînê de, kurteyek li ser kar û çalakiyên wan û armanca serdana wan ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û herwiha pesnê bizav û rêkar û planên Hikûkmeta Herêma Kurdistanê di warê parastina mafên zarokan de da.
Virginia Gamba, dilxweşiya xwe diyar kir ku têgihîştineke baş a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo girîngiya parastina mafên zarokan û erk û armancên Neteweyên Yekbûyî heye.
Di civînê de, Mesrûr Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî ji bo alîkarî û hevahengî û bicihanîna projeyên hevpar ên girêdayî mafên zarokan ên Neteweyên Yekbûyî anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin