Mesrûr Barzanî pêswazî li nûnerên 'Jûra Bazirganî ya Keldanî ya Amerîka' kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Mijdarê bi şandeke bilind a Jûra Bazirganî ya Keldanî ya Amerîka û Saziya Civaka Keldanî ya bi serokatiya Martin Menna re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de Serokê Jûra Bazirganî ya Keldanî ya Amerîka û Civaka Keldanî, kurteyek li ser kar, çalakî û projeyên xwe yên li Amerîka, Herêma Kurdistanê û deşta Neynewayê pêşkêş kir û amadehiya xwe ya temam ji bo beşdarbûna çalak di proseya avadanî û geşepêdana Kurdistanê de nîşan da.
Mesrûr Barzanî di civînê de got, “Kurdistan welatê me hemûyan e bi hemû pêkhateyên wê yên cuda yên netewî û olî û pêwîst e em hemû alîkar bin ji bo zêdetir pêşxistina Herêma Kurdistanê û pêşvebirina çanda pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de.”

Serokwezîr Barzanî herwiha piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo daxwazên rewa yên Kirîstiyanan û pêkhateyên cuda yên deşta Neynewa û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dubare kir û girîngiya çareserkirina kêşeyên van deveran di çarçoveya madeya 140 a destûrê de anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin