Mesrûr Barzanî pîrozbahîya Janet Alberta û spasiya Holandayê kir

23 September 2024 16:56 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pîrozbahîya  Janet Alberta û spasiya Holandayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23yê Îlonê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyoza nû ya Hollandayê li Iraqê Janet Alberta kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyoza nû ya Hollandayê li Iraqê kiriye û piştevaniya xwe ji bo zêdetir pêşdebirina pêwendiyên dualî nîşan daye.

Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Hollandayê kir, bi taybetî di piştevanîkirina çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê pirrengkirina aboriyê, pêşxistina sektora çandiniyê û karkirina ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê.

Balyoza Holandayê pêşketin û çaksaziyên Kabîneya Nehem bi taybetî di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyan û çaksaziya sektora bankî de bilind nirxand.

Herdu aliyan, girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û dûrî binpêkirin û sextekariyê anîn ziman.

Herwiha li ser pêwîstiya çavdêriya proseya hilbijartinan ji aliyê çavdêrên navdewletî hevnêrîn bûn.