Mesrûr Barzanî: PKK mêvan e û divê rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigire
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji medya erebî re derbarê mijarên rojevê de axivî.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir heger bi Bexdayê re li hev bikin û sotemeniya santralên elektrîkê bide, bi santralên li Kurdistanê hatine avakirin ew dikarin hemû pêdiviya elektrîkê ya Kerkûk, Musil û Tikrîtê pêşwazî bikin.
Serokwezîr Barzanî di beşeke din a daxuyaniyên xwe de li ser operasyonên Tirkiyê yên bi hinceta PKKê li ser xaka Kurdistanê berdewam dike jî got ku divê hemû welatên cîran pirsgirêkên xwe bêyî bandorê li ser erda Herêma Kurdistanê bike çareser bikin.
‘PKK mêvan e û divê rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigire’
Barzanî li ser mijara êrîşên Tirkiyê û PKKê wiha axivî: “Em dizanin ku Tirkiye ji ber hebûna PKKê ketiye nav erda Herêma Kurdistanê. Em dixwazin PKK rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigire. Rêzgirtina li statuya Herêma Kurdistanê, berpirsiyariya hemû aliyên wekî mêvan li Herêma Kurdistanê dimînin e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin