Mesrûr Barzanî: Rêya hesin a Kurdistanê projeyeke stratejîk e
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê li Hewlêrê bi Rêveberê Cîbicîkar ê Ewropa û Rojhilata Navîn yê Kompaniya Rêya Hesin a Almanî “Deutsche Bahn” Vincent van Houten re civiya.
Di civîna ku Konsulê Giştî yê Almanya yê li Hewlêrê Klemens Semtner jî amade bû de, Nûnerê Kompaniya Deutsche Bahn kurteyek derbarê hevfêmkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kompaniya Deutsche Bahn de pêşkêş kir ji bo şêwir û serperiştîkirina rêya hesin li Herêma Kurdistanê.
Nûnerê Kompaniya Deutsche Bahn diyar kir ku ev pêngava destpêkê ye ji bo dest bi vê projeya girîng bikin ku ji çend qonaxan pêk tê û ji aliyê çend kompaniyên cuda ve tê pêkanîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya encamdana vê projeya stratejîk kir, bi arasteya avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê ji bo Herêma Kurdistanê û girêdana bajar û navçeyan û pêşvebirina danûstandina bazirganiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraq û welatên cîran û cîhanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin