Mesrûr Barzanî: Serdana Macron nîsaneya pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 1ê Îlona 2021ê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û çend mijarên girîng gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya civînê, îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran civiya.
Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Herêma Kurdistanê û weke serdaneke girîng û dîrokî bi nav kir ku bi vê serdanê Fransayê car din anî ziman ku pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê girîng e û ev serdan nîşaneya pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê ye di asta navdewletî de.
Wezîrê Perwerdehiyê Alan Hemeseîd û Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî behsa amadekariya rêkarên xweparêziyê û vekirina dibistanan û destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê ya 2021-2022 kir. Emcûmena Wezîran tekezî li ser cîbicîkirina bernameya girîngîdan û pêşvebirina perwerde û fêrkirin û mamosteyan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin