Mesrur Barzanî sersaxî da Hasim Hasimî
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxî li malbata Şêxê Terîqeta Neqşebendî li Bakurê Kurdistanê Şêx Seyfullah Ensarî kir.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya pêwendiyeke telefonê serxweşî li siyasetvanê naskirî yê Bakurê Kurdistanê Haşim Haşimî kir, bi sedema koça dawî ya kesayetiya olî û Şêxê Terîqeta Neqşebendî li Bakurê Kurdistanê û xezûrê wî Şêx Seyfullah Ensarî.
Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bi malbata Şêx Seyfulah Ensarî re ragihand û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê bi kesûkarên wî bibexşîne.
Şêx Seyfullah Ensarî ku yek ji Rêberên Terîqata Neqsbendiyên Bakurê Kurdistanê ye doh 16ê Tîrmehê li Diyarbekirê koça dawî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin