Mesrûr Barzanî sersaxî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî kir

17 November 2021 10:38 0 dîtin
Mesrûr Barzanî sersaxî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do 16ê Mijdara 2021ê, ji ber koça dawî ya apê wî Munzir Helbûsî, bi rêya telefonê sersaxî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hevxemiya xwe gihand Serokê Hevpeymaniya Teqedum û malbata wî û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin bi bihişta xwe şand bike û aramî bide kesûkar û malbata wan.

Herwiha Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî jî spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re nîşan da.