Mesrûr Barzanî serxwesî da Serokê Fraksiyona PDKê Umêd Xosnaw
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya diya wî, peyameke serexweşiyê pêşkeşî Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Umêd Xoşnaw kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, serexweşî li Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Umêd Xoşnaw kir, ji ber wefta diya wî.
Serokwezîr hevxemiya xwe jê re ragihand û hêvî xwest, xwedayê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û aramîyê bide malbata wan.
Diya Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Umêd Xoşnaw şeva borî ji ber vîrûsa Koronayê wefat kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin