Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanî rewsa Singalê û çareseriya pirsgirêkên ligel Bexdayê gotûbêj kirin

14 October 2020 14:26 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanî rewsa Singalê û çareseriya pirsgirêkên ligel Bexdayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de guhartin û pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de hatin guftûgokirin. Herwiha tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê hat kirin.

Balyozê Brîtanyayê piştevaniya xwe ji bo rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê nîşan da, wek binemayekê ji bo arambûn û avadankirina deverê û vegera koçberan li ser cihên xwe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser berdewamiya proseya çaksaziyê ya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi arasteya berfirehkirina jêderên dahatê û bihêzkirina jêrxaneya aborî.