Mesrûr Barzanî û Generalê Amerîkî civiyan: Divê li Sûriyê mafê gelê Kurd bê parastin

17 December 2024 19:09 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Generalê Amerîkî civiyan: Divê li Sûriyê mafê gelê Kurd bê parastin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Kanûnê li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Leahy û şanda pê re kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraq û Sûriyeyê û pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera her du aliyan hat kirin, ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê û terorê.

Di civînê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û pêşveçûnên Sûriyeyê anîn ziman û li ser pêdivîya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê, dabînkirin û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên wî welatî hevnerîn bûn.

Di beşeke din de jî danûstandin li ser pêşketinên yekxistina hêzên Pêşmerge û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge hate kirin.