Mesrûr Barzanî û Michael Waltz di rêya telefonê de axifîn

21 March 2025 22:23 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Michael Waltz di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şêwirmendê ewlehiya netewî yê Amerîkayê bi Michael Waltz re di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de li ser girîngiya îxracata petrola Herêma Kurdistanê ku divê bilez destpêbike bûn hemfikir.

Her dû teref her weha behsa avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê û girîngiya wê kirin. Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê li ser axaftina her dû lîderan daxwuyanî da û got ku di axaftinê de, li ser pêşdebirina têkiliyên navbera DYA- Herêma Kurdistanê û Iraqê rawestiyane.

Di axaftinê de mijarên wan yên din ew bûn ku li ser pêşdeçûnên bilez yên Rojhilata Navîn û parastina îstîqrara herêmê rave kirin.