Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Behreynê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Mijdara 2021ê, di çarçoveya beşdariya Diyaloga Mename 2021 de, ligel Wezîrê Derve yê Behreynê Ebduletîf Zeyanî civiya û her du aliyan pêwendiyên dualî gotûbêj kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên Behreyn ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin guftûgokirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, dawî pêşhat û guhartinên herêmê û firehkirina hevkarî û hevahengiyên ji bo babetên ku cihê girîngiya hevbeş in, hetin guftûgokirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin