Mesrûr Barzanî wê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka re bicive

26 February 2024 11:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî wê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka re bicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê îro li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re bicive.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê wê di saet 19.00an bi dema Hewlêrê bi Serokwezîr Barzanî re li Washingtonê bicive.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîr Barzanî di 24ê Sibatê de li ser vexwendineke fermî çûbû Washingtonê.

Hat zanîn ku di çarçoveya serdana Serokwezîr Barzanî de wê bi rayedarên payebilind ên Amerîkayê yên Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongresê re hevdîtinên cuda pêk bîne.

Hat gotin ku mijarên sereke yên hevdîtinan wê pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê bin.
 
Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de, Serokwezîr Barzanî ligel Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve Sefîn Dizayî û gelek berpirsan jî amade ye.