Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tenduristiyê raspart ku serdana birîndarên li Zaxo û Duhokê bike

20 July 2022 19:58 0 dîtin
Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tenduristiyê raspart ku serdana birîndarên li Zaxo û Duhokê bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tendirustiyê raspart ku serdana birîndarên topbarana Tirkiyê li Zaxo û Duhokê bike.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê piştî êrîşa cihê geştiyarî yê Zaxoyê ji aliyê artêşa Tirkiye ve, daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji bo serdana birîndaran û gihandina peyama xemgîniyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tenduristiyê hat raspartin ku serdana nexweşxaneyên Zaxo û Duhokê bike.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Wezîrê Tendirustiyê bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, lidûvçûnê ji bo rewşa tendirustiyê ya birîndarên bûyera îro ya havîngeha Perexê ya li nahiya Derkar a li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê dike.

Herwiha amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina birîndaran û dabînkirina hemû pêwîstiyan pêşkêş dike.

Di topbarana Tirkiyê ya îro piştî nîvro ya li ser li havîngeha Perex a Zaxoyê de, li gorî agahiyên dawî zarok jî di nav de 8 kes hatine kuştin û 26 kes jî birîndar bûne.