Mesrûr Barzanî: Zêdebûna lez a rêjeya pêketina Koronayê cihê nîgeraniyê ye

29 March 2021 14:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Zêdebûna lez a rêjeya pêketina Koronayê cihê nîgeraniyê ye

PeyamaKurd – Derbarê zêdebûna Koronayê li Herêma Kurdistanê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyamek belav kir û diyar kir: ‘‘Zêdebûna lez a rêjeya pêketina vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê cihê nîgeraniyê ye.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser Twitterê peyamek bo hemû hemwelatiyan belav kir û da zanîn: ‘‘Zêdebûna lez a rêjeya pêketina bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê, cihê nîgeraniyê ye. Di vê dema hestyar de, li her çar parêzgerên Herêma Kurdistanê daxwaz dikim ku wek berpirsyartiya ser milê xwe ya li hember gel bizanin û temamê tedbîrên nû cîhbicîh bikin.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: ‘‘Hemû Kurdistanî xwedî berpirsyartiya hevbeş in li hember xwe û malbata xwe. Ez daxwazê ji we dikim ku di cihên giştî de maske girêbidin û destên xwe bişon û xwe ji qerebalixî û kombûnan dûr bigrin.’’

Mesrûr Barzanî eşkere dike: ‘‘Niha dema siyasetkirinê nîne, sektora me ya tenduristiyê dubare ji ezmûnekê re derbas dibe. Metirsiya mirinê li ser jiyana hemwelatiyên me zêde bûye. Pêşkeftinên vê dawiyê yên di tekoşîna hember vîrusê de me bidest xistin na di metirsiyê de ne.’’