Mesûr Barzanî li Zaxoyê axivî: Sozên ku me dane hatine bicihkirin

14 August 2023 17:25 0 dîtin
Mesûr Barzanî li Zaxoyê axivî: Sozên ku me dane hatine bicihkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Tebaxê piştî serdana xwe ya Duhok û Zaxoyê, beşdarî merasîma vekirina projeya geştyariyê ya "Kornîşa Delal" bû.

Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina projeya geştiyariyê ya Zaxoyê de got: “Cihê dilxweşiyê ye ku ez dibînim, sozên ku me berê dane hatine bicihkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina projeya geştyariyê ya "Kornîşa Delal" de diyar kir: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Xwişk û birayên hêja, amadebûyên qedirgiran gelek bi xêr hatin, ez gelek xweşhal im ku îro ligel we li vê derê beşdar im, ji bo vekirina vê projeyê girîng û ciwan ku di demeke kêm de hatiye bicihkirin. Pîrozbahiyê li we û li Zaxo û hemû xelkê Kurdistanê dikim. Hêvîdar im em hemû sûdê jê bibînin û bibe cihê rizamendiya we hemûyan.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku heta niha zêdetirî 170 proje li îdareya serbixwe ya Zaxoyê hatine encamdan.

Gotara Mesrûr Barzanî ya di merasîmê de:

"Spasiya kompaniyên cîbicîkar ên vê projeyê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dikim û spasiya xelkê Zaxoyê dikim bo bêhnfirehiya wan, bo alîkariya wan û hêvîdar im roj bi roj projeyên zêdetir li Zaxo, li vê deverê û li hemû Kurdistanê bêne cîbicîkirin.

Bo min cihê dilxweşiyê ye wextê ez dibînim him pêşwext em hinek peymanan didin û piştî demekê em tên dibînin ew peyman hatine cîbicîkirin, ew sozên ku me daye we, encamên wan hene û em beşdar dibin vekirina van projeyan.

Ev proje (Kornîşa Zaxo) tekane proje nîne li Zaxoyê çendîn projeyên din hatine çêkirin, wekî vekirina rêk û cade û hinek projeyên din ên girîng li vê deverê, ji wan nûjenkirina bajarê kevn ê Zaxo, ew jî hêvîdar im paşê wext hebe serdana wê derê bikin û wê derê jî bibînin.

Bi giştî wekî ez dizanim zêdetir ji 170 proje li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxo di vê demê de hatiye cîbicîkirin, di plana me de heye hejmarek projeyên din jî di qonaxa dahatû de encam bidin. Yek ji wan dirustkirina cadeya 60 metrî ye û ya din jî, ez wê mizgîniyê didime we ku dê berdewam bin di dirustkirina Kornîşa Zaxo heta rûbara Xabûrê temam bibe li bajarê Zaxo, înşallah qonaxên din jî hemû dê bên cîbicîkirin.

Her wiha Bendava Zaxo jî, ku dikeve ser rûbarê Xabûrê, em bi niyaz in projeyeke mezin û stratejîk li wir jî cîbicî bikin. Înşallah her dema dîzayn û plana wê temem bibe, ew jî dê bikeve warê cîbicîkirinê. Ew jî bêguman ji bo xelkê Zaxo û hemû Kurdistanê sûda wê ya mezin hebe.

Zaxo bajarekî girîng e ji bo me, ne tenê ji ber ku bajarekî ser sînorê Herêma Kurdistanê ye û deriyek e ji bo pêwendiya ligel Tirkiye, Ewropa û cîhanê, belkû bajarek e berdewam palpişt û piştevan bûye ji bo parastina Herêma Kurdistanê û gelek qehreman li Zaxo rabûne û xelkekî gelek xwe kiriye qurbanî û gelek şehîd vê deverê dane, gelek ji wan şehîd bûn, em wan dinasin, lê belê mixabin îro li vir nînin. Em serê rêz û newazişê ji bo wan diçemînin, ji bo binamelên serbilind ên şehîdan diçemînin, ji bo wan Pêşmergeyên qehreman diçemînin, ku ev xebata wan e û bi saya serê wan hatiye encamdan."