‘Metirsiya çolbûnê li ser Germiyan, basûrê Duhokê û rojavayê Hewlêrê heye’

10 September 2023 14:49 0 dîtin
‘Metirsiya çolbûnê li ser Germiyan, basûrê Duhokê û rojavayê Hewlêrê heye’

PeyamaKurd - Serokê Desteya Jîngehparêziyê ya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sadiq di civîneke rojnamevanî de, ragihand ew ji Netewên Yekgirtî daxwaza alîkariyê dikin daku sê navçeyên Herêma Kurdistanê kesk bikin û ji çolbûnê bên parastin.

Serokê Desteya Jîngehparêziyê Ebdulrehman Sadiq got, Herêma Kurdistanê di warê parastina jîngehê de hin destkeft bidest xistine ku li navçeyên din ên Iraqê nîne û ew jî ji ber bikaranîna enerjiya paqij a hilberîna elektrîkê ye.

Ebdulrehman Sadiq da zanîn, ti amareke diyarkirî li ser rêjeya çolbûnê li Herêma Kurdistanê nîne, lê wan daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku alîkariya wan di şînkirina her sê deverên Germiyan, başûrê Duhokê û rojavayê Hewlêrê bike, ji ber ku metirsiya çolbûnê li ser wan heye.

Sadiq li ser hemahengiya di navbera Desteya Jîngeha Kurdistanê û Wezareta Jîngehê ya Iraqê de got. "Em weke Desteya Jîngehparêziya Kurdistanê, di 15 rêkeftinên navdewletî yên jîngehparêzî de pêwendiyên me ligel Wezareta Jîngehparêziya Iraqê hene û nûnerê me Reza Xeylanî jî di hemû civînên wan de beşdar dibe.”

Hêjayî gotinê ye, Konferansa Guhertina Keşûhewayê (COP28) di dawiya meha Mijdarê de li bajarê Dubaî yê Îmaratê tê lidarxistin û Serokê Desteya Jîngehparêziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Jîngehê ya Iraqê jî beşdariya wê dikin.