Meytên bi dehan girtiyên Sednaya li nexwesxaneyeke Samê hatin dîtin
PeyamaKurd – Meytên bi dehan girtiyên Sednaya li odeyeke Nexweşxaneya Muctehid li Şamê hatin dîtin.
Li gor zanyariyên xwecihî, îro Yekşemê 15.12.2024, meytên 45 girtiyan di odeyeke nexweşxaneya Muctehid de hatin dîtin.
Hat ragihandin ku kesên dixwazin xizmên xwe yên li Girtîgeha Sednaya ji aliyê rejîma Esad ve bi îşkenceyê hatine qetilkirin bibînin, li ber nexweşxaneyê kom bûne û wiha got: "Girtiyên li Girtîgeha Sednaya bi îşkenceyê hatin qetilkirin, anîn morga nexweşxaneyê. Nasnameyên 15 meytan nehat tespîtkirin û yên mayî jî ji aliyê xizmên wan ve hatin definkirin."
Zanyarî diyar dikin ku welatiyên ku hewl dan xizmên xwe ji wêneyên li ser dîwarên derve yên nexweşxaneyê nas bikin jî çûne morga nexweşxaneyê û di nava meytan de li xizmên xwe geriyan ku nîşanên îşkenceyê li wan hebû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin