Mezlûm Ebdî li ser qetilkirina du jinan peyameke sersaxiyê belav kir: Em soz didin gelê xwe…

25 January 2021 18:52 0 dîtin
Mezlûm Ebdî li ser qetilkirina du jinan peyameke sersaxiyê belav kir: Em soz didin gelê xwe…

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li Hesekê li ser revandin û qetilkirina du jinên di rêveberiyên xwecihî de, peyamek belav kir û tê de got, “Ev tawan armanckirina jina azad û nirxên demokrasiyê ye.”

Mezlûm Ebdî ragihand, şehîd Seide El Hermas û şehîd Hind El Xezîr di dema pêkanîna erkên xwe de li navçeya xwe bi destê xiyanet û necamêran hatin kuştin û got, “Ev tawana qirêj armanckirina jina azad û nirxên demokrasiyê ye.”

Fermandarê Giştî yê HSDê sersaxî da malbatên herdu berpirsên jin ên Rêveberiya Xweser destnîşan kir: “Em soz didin gelê xwe ku em dê li pey şaneyên tawanê bigerin, daku dadwerî pêk bê.”

Her du jinên berpirsên Rêveberiya Xweser, Seide Feysel el Hermas û Hind Letîf el Xidir, êvara înê 22ê Çile hatibûn revandin û piştî rojekê cenazeyê wan li derdora bajarê Hesekê hatibû dîtin.

Rêxistina terorîst DAIŞê, berpirsyariya kuştina her du jinan li xwe girtibû.