Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Kobanê sembola azadî, rûmet û yekîtiyê bû
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser roja 26ê Çileyê 2015an rizgarkirina bi temamî ya bajarê Kobaniyê bi piştevaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji destê rêxistina terorîst DAIŞê peyamek belav kir.
Mezlûm Ebdî, bi boneya dehemîn salvgera rizgarkirina Kobaniyê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got: “Rizgarkirina Kobanê ne tenê serkeftineke leşkerî bû, lê guhertineke stratejîk û semboleke azadî, rûmet û yekîtiyê bû.”
Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir: “Di salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê, em vê serkeftina mezin bibîr tînin ku bi qurbanîdana leheng û qehremanan hat bidestxistin û bû hêviyek ji bo hemû gelê Sûriyeyê.”
Ebdî got: “Em di têkoşîna xwe ya li dijî terorê de, di çarçoveya hevkariya me ya di Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam in, di heman demê de em dixwazin Sûriyeyeke ewle û aram ava bikin. Em ê rêya serketinê ya ku me ji Kobanê dest pê kiriye, ber bi pêşerojeke baştir a gelê xwe ve bidomînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di Îlona 2014an de çekdarên DAIŞê dora 350 gundên Kobanî dagir kirin ku di encamê de nêzîkî 400 hezar kes koçber bûn û berê xwe dan bajarên Bakurê Kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî biryara piştevaniya Kobanê da û li ser fermana wî, Parlamentoya Kurdistanê roja 22yê Cotmeha 2014an biryara şandina çek û Pêşmerge ji bo Kobanî da. Hêzên Pêşmerge jî ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, ji wir ve jî roja 28ê Cotmeha 2014an derbasî Kobanê bûn û piştevaniya berevaniya Kobanê kirin.
Pêşmerge û hêzên Kurdî dorpêça ser Kobanê şikandin û bajarê Kobanê û hejmareke mezin ji gundên derdora wê ji destê DAIŞ bi temamî derxistin û 26 Çileya 2015an jî serkeftina xwe ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin