Michael Martin bû serokwezîrê Îrlandayê

24 January 2025 08:56 0 dîtin
Michael Martin bû serokwezîrê Îrlandayê

PeyamaKurd – Serokê Fianna Fail Michael Martin piştî dengdana li parlamentoya jêrîn (Dail) cara duyemîn li Îrlandayê wek serokwezîr hat hilbijartin.

Serokê Fianna Fail Michael Martin piştî dengdana li parlamentoya jêrîn (Dail) cara duyemîn li Îrlandayê wek serokwezîr hat hilbijartin.

Li gor medyaya xwecihî Martîn bi 95 dengan li hember 76 dengan li parlamentoyê wek serokwezîrê nû yê welêt hat hilbijartin.

Martin wê îro serdana serokê Îrlandayê Michael Higgins li mala xwe ya fermî bike û piştî erêkirina Higgins wê bi fermî bibe serokwezîrê nû yê wî welatî.

Michael Martin wê îro ji bo kabîneya xwe ya nû bi namzetên wezîran re hevdîtinan pêk bîne û endamên kabîneyê diyar bike.