Mînîbusa li Çewlikê weregeriya, bû sedema birîndariya 13 rêwiyan

25 September 2024 20:32 0 dîtin
Mînîbusa li Çewlikê weregeriya, bû sedema birîndariya 13 rêwiyan

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingöl) li navça Dara Hênê (Gencê) li ser rêya Diyarbekirê û Çewlikê, mînîbusa rêwiyan wergeriya û di encamê de 13 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û mudaxeleyê bi birîndaran kirin.

Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanên dewletê yên Çewlikê û Gêncê.