Mînîbusa xwendevanên zankoyê qeza kirin: 25 birîndar

08 May 2019 00:24 0 dîtin
Mînîbusa xwendevanên zankoyê qeza kirin: 25 birîndar

PeyamaKurd- Mînîbusa ku xwendevanên zanko ya 18 ê Adarê ya bajarê Çanakkale dibir, bi sedema barîna baranê ji ser rê şemitî û welgerya. Ajotvan jî di nav de 25 kes birîndar bûn. Xwendevan yên beşa fakulteya Zanista Aborî û  Siyasî bûn.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxane ya dewletê ya Biga yê û nexweşxaneya taybet. Hêzên asayîşê bo qezayê lêpirsînê dan destpêkirin.