Mîranî: Pistî Mam Celal ti sûdeke serokomariya Iraqê ji Kurdan re çênebûye

10 February 2022 15:24 0 dîtin
Mîranî: Pistî Mam Celal ti sûdeke serokomariya Iraqê ji Kurdan re çênebûye

PeyamaKurd - Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, li ser mijara hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê û pêwendiyên PDK û YNKê daxuyanî dan.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di hevpeyvîna ligel beşa kurdî ya Dengê Amerîka de got: “Pirsgirêka Hoşyar Zêbarî bi rastî ne gendelî ye. Li gorî raportên destpêkê yên ku me dîtiye, xirab birêvebirina darayî bûye, yasaya karûbarên darayî heye li wezaretê, yê ku ew kar kiriye ango ew karmend berpirsin jê, yê ku dane dadgehê û hîn biryara dawî ya dadgehê jî ji dadgeha Kerx re nehatiye dayîn. Biryara Dadgeha Federal jî dê bikeve roja Yekşemê, gelo dê biryara dawî jî bê red kirin, yan dê bê guhertin.”

Mîranî destnîşan kir ku rêya lihevkirinê bi YNKê de heye û got: “Îro Kak Bafil dê bê gel Cenabê Serok, lê divê me berbijêrekî yedek jî hebe, êdî em ligel YNKê rêkbikevin yan rêknekevin. Dadgeha Federal nêrîna xwe biguhere yan neguhere, yedek baş e û dê berbijêrekî me yê din jî hebe.”

Fazil Mîranî diyar kir, nabe daxwaza yekrêziya kurd bê kirin û di heman demê de bê gotin ku hemû tiştek bo me û YNK jî bêbeş be: “Serok Barzanî baş dibîne ku divê em dawiya tûnelê jî bin, her bigehin rêkeftinekê. Çi bihevre ji tûnelê vegerin û çi bihevre derbas bibin. Bi piştrastî divê em mafên biraderên YNKê jî dabîn bikin.”

Fazil Mîranî got, rêkeftina ligel YNKê û li ser yek berbijêrê rêkeftin egera herî baş e û got: “Ev çendîn care serokomar ji biraderên YNKê re tê dayîn, ma qey çi dibe vê carê ji bo çar salan bila ji bo PDKê be û peywirên din ji biraderên YNKê re bê dayîn.”

Mîranî eşkere kir: “Heta niha ji bo Kurdistanê peywira serokomar ti destkeftekî wê nebûye, lê ji ber kurdek bûye serokomarê Iraqê ew yek ji bo kurdan dîsa jî girînge. Ji ber yekem desthilata hatî diyarkirin a Iraqê ye. Ya din jî derveyî xwedê jê razî Mam Celal bo nimûne bixwe desthilat dida xwe û bi pêwendiyên kesî tiştek dikir ji bo Kurdistanê û bi rêya budçe be yan bi rêyên meseleyên din be kar dikir ji bo Kurdistanê, lê piştî wî ti sûdek û destkeftekî wê peywirê ji bo Kurdistanê nebûye.”

Mîranî li ser vetokirina PDKê ya li ser navê Berhem Salih jî got: “Bi nêrîna me Kak Berhem hin pêngav avêtin pêwîst bû nekiriba. Wê ziyan gihande kurdan û ji bo kurdan ti tiştek nekiriye. Tişta em dibînin, ango ez dibêjim ew zîrekiya ku Berhem Salih heye ji bo kurdan bikar neaniye di serokomartiya Iraqê de. Ji bo YNKê û PDKê jî bikar neaniye. Dikare bê gotin ji bo xwe bikar aniye, ez naxwazim ji vê zêdetir meselê bikim kesî. Ji ber divê helsengandina Kak Berhem YNK bike.”