Mîrê bilûrê Egîdê Cimo koça dawî kir

31 January 2019 21:41 0 dîtin
Mîrê bilûrê Egîdê Cimo koça dawî kir

PeyamaKurd- Mîrê bilûrê, fîqê û balabanê Egîdê Cimo do li mala xwe ya Erîvanê koça dawiyê kir. Egîdê 89 salî heya wefat jî kir hêj li enstrûnamên xwe yên Kurdî dida. Kurda cara ewilî dengê bilûra Egîdê Cimo bi herêmî, di sala 1955an de bi vekirina Radyo ya Erîwanê bihîst. Piştî sala 1963yan jî temamê Kurdistanê li mey, bilûr, balaban û fîqa Egîdê Cimo dikaribû guhdarî bikira, bi sedema ku Radyo ya Erîwanê bû radyoyeka esmanî û Kurdekî Sêwasê an Efrînê dikaribû li dengê bilûra Egîdê Cimo guhdarî bikira.

Egîdê Cimo li Erîwanê li gundê Erdeşîrê hatiye dinyayê. Li Enstîtuyê li beşa muzîkê ya bi navê Romanos Melikiyan perwerda xwe dike û heya wefata xwe an ku do li enstrûmanên xwe dida. Di radyo ya Erîwanê de dengbêj tine ku Egîdê Cimo pê re li enstrumanan nedaye. Hevalê wî yê bilûrvan Tahirê Emer jî pê re, di radyoyê de li bilûrê dida lê temenê Tahirê Emer jê meztir bû.

Egîdê Cimo di gelek festîwalan û televîzyonên Kurdan de li bilûrê daye û di dilê herkesi de textê xwe daniye. Mam Egîd digot: “Hinek bi rihê xwe dikevin nava hunere û hinek bi lingên xwe.”

Egîdê Cimo çû lê berhem û navê Egîdê Cimo li pey wî man. Ev 70 sale behsa bilûra Egîdê Cimo tekirin lê jiyana wî dikare bibe lêkolîna têzan û doktorayan.