Mîrê Erebistana Siûdî banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kir

09 October 2020 21:01 0 dîtin
Mîrê Erebistana Siûdî banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kir

PeyamaKurd - Mîrê Erebistana Siûdî Ebdulrehman Bin Musaîd, ji ber daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê welatên ereb de, banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kir.

Ebdulrehman Bin Musaîd bal kişandiye ser daxuyaniya Erdogan ya ku gotiye: “Artêşa Tirkiyê bi rêya Qeterê îstiqrara welatên Kendavê diparêze” û banga boykotkirina kelûpelên tirk li hemwelatiyên xwe kir.

Mîrê Erebistana Siûdî gotinên Erdogan bibîr xistin û got: “Ji ber vê ez bang li gel dikim ku kelûpelên Tirkiyê boykot bikin.”