Misir û IMF peymana krediyê ya bi miqdarê 8 milyar dolarî îmze kirin

06 March 2024 21:21 0 dîtin
Misir û IMF peymana krediyê ya bi miqdarê 8 milyar dolarî îmze kirin

PeyamaKurd – Misir û IMFê berê biryarê dabûn ku peymanekî krediyê ya bi miqdarê 3 milyar dolarî îmze bikin lê paşî biryarê dan ku miqdarê krediyê di çarçova reforman de derxin 8 milyar dolarî.

Serokê heyeta IMFê ragihand ku bi sedema Şerê li Xezzayê û Suweyşê dahata Misrê kêm bûye, miqdarê krediyê zêde bikin. Ji ber van sedeman IMF peymana ku di dawiya 2022an de îmze kiribû, derxist 8 milyar dolarî.

Li ser mijarê, serokwezîrê Misrê Mustafa Medbulî bi serokê heyeta IMFê re bi Ivanna Vladkova Hollar civîna çapemeniyê kir.

Di civînê de Hollar ragihandina miqdarê krediyê û bi sedema wê re ragihand ku miqdarê krediyê derxistine 8 milyar dolarî.

Medlubî jî ragihand ku piştî hevdîtinên li dora 5 mehan gihane îmzakirina peymanê û di çarçova reforman de miqdarê krediye derxistine 8 mîlyar dolarî.