Mistefa Kazimî bi rêya telefonê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî, do bi rêya telefonê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir.
Li gor zanyariyan, di pêwendiya telefonî de Mistefa Kazimî ji bo destpêkirina karên Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê pîrozbahî lê kir.
Herwiha Mistefa Kazimî hêviya serkeftinê ji bo kongre û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwest.
Herî dawî Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe û yên PDKê ji bo pîrozbahiya Serokwezîrê berê yê Iraqê nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin