Mr. Kurd ‘Taponameya Kurdistanê’ pêskesî Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê kir

17 May 2019 15:00 0 dîtin
Mr. Kurd ‘Taponameya Kurdistanê’ pêskesî Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Rojnamevanê Kurd Rehîm Reşîdî ku wekî Mr. Kurd li Amerîkayê tê zanîn, du pirtûkên li ser Kurdistanê pêşkêşî pirtûkxaneya Kongreya Amerîka kir.

Reşîdî herdu pirtûkên bi rêya nivîskar, zimanzan û kurdologê Amerîkî Michael Chyet kir daku li Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê zêde bike.

Reşîdî pirtûka “Referandûm, Taponameya Dewleta Kurdistanê” ku ji aliyê nivîskar Berhem Elî ve hatiye nivîsandin û pirtûka îngilîzî ya “Finding Kurdistan” (Peydakirina Kurdistanê) ku ji aliyê nivîskar Hawrê Hedadî ve hatiye nivîsandin, pêşkêşî pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê kir.

Rehîm Reşîdî diyar kir ku wî herdu pirtûk dane nivîskar û zimanzanê navdar yê Amerîkî Michael Chyet ku berpirsekî pirtûkxaneya Kongreya Amerîka ye.

Reşîdî li ser pirtûka “Referandom, Taponameya Dewleta Kurdistanê” got, “Ev pirtûk yek ji belgeyên girîng li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Divê belgeyên bi vî rengî bên komkirin û parastin.”

Li ser pirtûka “Finding Kurdistan” jî Reşîdî diyar kir, “Ev pirtûk ji aliyê xortekî Rojhilatî bi navê Hawrê Hedadî ve li Amerîka hatiye nivîsandin. Ew di pirtûkê de behsa jiyana xwe û malbata xwe dike û bi vî rengî kurd û xebata kurdan bo azadiyê ji biyaniyan re tîne ziman.”