MSB: ji 2 ê mijdarê heya niha 21 kestiyên dexlê ji Ûkraynayê derketin

12 November 2022 18:56 0 dîtin
MSB: ji 2 ê mijdarê heya niha 21 kestiyên dexlê ji Ûkraynayê derketin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku ji 2 ê mijdarê heya niha 21 keştiyên dexlê ji Ûkraynayê derketine. Li aliyê dinê wezîrê çandiniyê û daristanê Vahit Kirişçi jî ragihand ku dexla ji Ûkraynayê derketiye, %60 ê wê çûye Awrûpayê û vekirina korîdora dexlê qedrê Tirkiyê di asta dinyayê de zêdetir kiriye.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de mijarê weha ragihand:

“Ji roja ku serokkomar Tayip Erdoğan ragihand ku wê şandina dexlê Ûkraynayê dewam bike û heya niha bi temamî 51 keştî çûne lîmanên Ûkraynayê û 21 keştî ji lîmanên ÛKraynayê dexl derxistine. Miqdarê dexlê ji Ûkraynayê ji bo bazara dinyayê derçûye heya niha ji 10 milyon û 315 tonî derbas kiriye.”

Li aliyê dinê wezîrê çandiniyê û daristanê yê Tirkiyê Vahit Kirişçi jî mijarê weha ragihand:

“Heya niha dexla ji Ûkraynayê ji bo bazara dinyayê hatiye şandin, ji 10 milyon tonî zêdetire û %60 ê wê çûye Awrûpayê, %27 ê wê çûye Asyayê û ji %13 ê wê çûye Afrîkayê.”