MSB: Li Metînayê 8 PKKyiyan jiyana xwe ji dest da

28 March 2020 12:00 0 dîtin
MSB: Li Metînayê 8 PKKyiyan jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li herêma Metînayê 8 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî zanyariyên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) balafirên şerî yên hêzên çekdar yên Tirkiyê (TSK) herêma Metînayê ya li başurê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Li gorî zanyariyên ku MSB dide, di encama bomberanê de li dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyê din ve, derbarê oprasyonê de heya niha PKKê daxuyaniyek nedaye.