Muelîm: Amerîka, Tirkiye û Îsraîl têkosîna me ya dijî terorê asteng dikin

23 December 2019 21:59 0 dîtin
Muelîm: Amerîka, Tirkiye û Îsraîl têkosîna me ya dijî terorê asteng dikin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelîm li Moskowê piştî hevdîtina ligel hevtayê xwe Sergey Lavrov got ku Amerîka, Tirkiye û Îsraîl li ser Sûriyê planên astengkirina hewldanên Sûriyê yên dijî terorê, berdewam dikin.

Welîd Muelim got, “Planên Amerîka, Tirkiye, Îsraîl û hin welatên navçeyê berdewam e li ser Sûriyê ji bo astengkirina dijayetiya Sûriyê ji terorê re.”

Muelîm Amerîka bi zora çekê dizîna petrola Sûriyê tawanbar kir û ji bo Tirkiyê jî da zanîn ku, dijminkarîya li ser yekîtî û serweriya bakurê Sûriyê berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye, dema Muelîm ji Moskowê ev daxuyanî didan, şandeke Tirkiyê jî ji bo mijara Sûriyê gotûbêj bike li Rûsyayê bû.